Kanadayê ji Cihûyên lêborîn xwest

Kanadayê, bi awayekî fermî ji Cihûyên ku sala 1939’an ji ber zilma Naziyan reviyan lê destûr nehatibû dayîn ku bikevin welêt, lêborîn xwest.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau, li ber parlamentoyê axivî û ji ber  kuştina 900 Cihûyan a beriya şerê Cîhanê yê duyemîn ku ji Elmanayaya Nazî reviyabûn, bi fermî lêborîn xwest.

Trudeau bibîr xist ku wê heyamê li Kanadayê  ku 11 mîlyon gelheya wê hebû, nêzî 160 hezar Cihû dijiyan û got ku ji ber polîtîkayên dijberiya koçberan ketina keştiyê ya  li welêt nehatibû erêkirin.

 “HEYAMA DERBAS BÛYÎ BARÊ ŞERMÊ SIVIK NAKE”

Justin Trudeau got, “Li ser heyama ku me pişta xwe da Cihûyan û pêde di ser de 100 sal derbas bibin jî ev, sûcdariyia Kanadayê nabexşîne, barê vê şermê sivik nake. Ji ber wê ez bi awayekî fermî ji Cihûyên wê demê ku ji ketina wan a welêt re destûr nehatî dayîn lêborîn dixwazim.”

Trudeau bal kişand ser ku weke li gelek deverên cîhanê li Kanadayê jî çalakiyên li dijî Cihûyan pêk tên û 17 ji sedî sûcên li welatê wan ji bo nefreta li dijî Cihûyan pêk tên.

JI ÇARAN YEK YÊN NEÇAR MAYÎ VEGERIYAYÎ HATIN KUŞTIN

15’ê Gulana 1939’an, 907’ê wê Cihûyên ji Elmanyayê dihatin û di keştiya bi navê Saint-Louis de bûn piştî Kuba û DYA’yê berê xwe dabû Kanadayê lê wê jî destûr nedabû ku bikevin welêt.

Ji ber wê keştiya bi Cihûyan dagirtî neçar mabû ku bizivire Ewropayê. Cihûn di vê keştiyê de paşê gihaştibûn peravên Anvers ê Belçîkayê û ji vir jî li ser wargehên welatên weke Belçîka, Holanda, Fransa û Kraltiya Yekbûyî hatibûn belavkirin.

Lê belê bi qasî hatî tesbîtkirin ji van penaberan herî kêm 254 kes ji hêla Elmanayaya Nazî ve di dorhêla komkujiya Cihûyan(Holocaust) de hatibûn qetilkirin.