Kanada wê zextê li ‘polîsên exlaq’ ên Îranê bike

Piştî ku Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên Îranê ve hate qetilkirin Kanadaye biryar da ku ‘polîsên exlaq’ ên Îranê jî di nav de li ser dehan sazî û rayedaran zextan bike.

Serokwezîrê  Kanadaye Jûstîn Trûdeaû roja Duşemê daxuyanî da, diyar kir ku ew bi jinên Îranê re ne û got “Polîsên exlaq ên Îranê jî di nav de em ê li ser bi dehan kes û saziyan zextan bikin’.

Trûdeaû got “Em jî diyar dikin divê hikumeta Îranê li gel guhdarî bike, zextên li ser azadî û mafan bi dawî bike, destûrê bide ku jin û Îranî jiyana xwe bijîn û xwe bi aştiyane bidin îfadekirin. Em jî dengê xwe tevlî dengê xwepêşanderên li her dera dinyayê dikin.”

Wezîra Karê Derve ya Kanadayê Melanîe Joly jî li Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî axivî û diyar kir ew piştgiriyê dide jinên Îranê û got “Jinên ku kuştina Jîna Emînî protesto dikin, tên girtin û gule li wan tê reşandin. Em cesareta wan silav dikin û ji bo şandina peyameke xurt em tevlî wan dibin, mafên jinan mafên mirovan e.”