Kamboçyayê plana kirîna keştiya enerjiyê ya ji Tirkiyê betal kir

Hikumeta Kamboçyayê, plana xwe ya ji bo kirîna keştiya enerjiyê ji Tirkiyeyê betal kir.

Berdevkê hikumeta Kamboçyayê Phay Siphan daxuyaniyek da û diyar kir, serokwezîr Samdech Techo Hun Sen ragihand ku ji ber sedemên teknîkî û maliyeta zêde wan plan betal kirine.

Kamboçyayê ji meha Gulanê heta serdema ku barana Muson qediya, ji bo bersivê bide pêwîstiyên gel ên enerjiyê, ji Tirkiyeyê keştiya enerjiyê hatibû kirîn.

Lê belê hikumetê roja Înê civînek pêk anî û kirîna keştiya bi hêza 400MW betal kir.

Hate ragihandin, hikumet plan dike ku pêwîstiya xwe ya bi enerjiyê ji elektrîka ji welatên cîran Vietnam, Laos û Tayland werbigire.

Li Kamboçyayê ku enerjiya wê xwe dispêre santralên hîdroelektrîk, ji mehên biharê heta demsala barana Musonê, valahiyeke cidî derdikeve holê.