'Johnson wê pêşniyareke nû pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê bike'

Tê gotin ku Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson wê ji bo derketina ji Yekîtiya Ewropayê ya Îngilistanê (Brexit) pêşniyarên nû pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê bike.

Ji bo 31'ê Cotmehê ku dema asayî ya Brexîtê ye demeke kurt ma. Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson hewldanên xwe yên ji bo Brexît a lihevkirî didomîne.

Li gorî qenala RTE ya li Îrlandayê weşanê dike, Johnson amadekariyan dike ku der barê sînorê navbera du Îrlandayan de pêşniyareke nû li Yekîtiya Ewropayê bike. Di planê de ku wê sibe ya jî Pêncşemê bê pêşkêşkirin, ji bo astengkirina kontrolên sînor ên navbera Îrlanda û Bakurê Îrlandayê ya ser bi Brîtanyayê wê navendên gumrukê yên taybet bên avakirin.

Hate ragihandin ku navendên li her du aliyên sînor bên avakirin wê ji 8 heta 16 kîlometreyan dûrî sînor bin.

Yek ji mijarên sereke yên ku Yekîtiya Ewropa û Brîtanya der barê wan de li hev nake, jinûve destpêkirina kontrolên sînor ên navbera Îrlanda û Îrlanda Bakur a piştî Brexîtê ye.