Jinên Îran û Rojhilat piştgirî dan çalakiyan: Em venagerin malê!

Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyên gel yên li Îran û Rojhilat, nivîskar, akademisyen, wêjevan û leyîstikvan û aktivîstên mafên jinan ên Îran û Rojhilatê  belavok belavkirin û banga tevlîbûna çalakiyan kir.

Jinan wiha got: “Piştî serkeftinê em venagerin mal û em ê li her qada jiyanê bin.”

Li Îran û Rojhilat gel li dijî polîtîkayên zextê û hejariyê yên rejîma Îranê li ser piyan e. Nivîskar, akademisyen, rewşenbîrên jin û aktivîstên li Îran û Rojhilat piştgirî dan çalakiyên gel. Jinên Îran û Rojhilat yên li derveyî welat dijîn jî bi kampanyaya komkirina îmzeyan piştgiriyê didin çalakiyan û banga tevlîbûna çalakiyan dikin.

Heta niha 115 nivîskar, wêjevan, hunermed, lîstikvan û rojnamevan belavok îmze kirine û her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Nivîskar Perwîn Erdelan û aktivîsta mafê jinan Kiwêstan Fetûhî, Dr. Roya Tîlûyî, wêjevan Meryem Fetahî û nivîskar-sosyolog Naîme Dûstar piştgirî didin çalakiyan. Di belavokên hatîn e belavkirin de ev tişt tên gotin;

“Em wek jin çalakiyên ji bo azadî û demokrasiyê yên li Îranê dest pê kirine, bi kêlecaneke mezin pêşwazî dikin. Em piştgiriyê didin van çalakiyên ku guhertinên bingehîn ava bikin û baweriya me ew e ku gelê me jî piştgiriyê bide vê têkoşîne. Em di vê berxwedanê de li gel gelê xwe ne.

Her demê daxwaza me edalet û wekhevî bû û em li dijî hemû cinsiyetparêziyê bûn.  Em bang li hemû jinên li Îran û li derveyî welat dijîn dikin ji bo ku ev çalakî bigihîjin armanca xwe di nava têkoşînê de cihê xwe bigirin. Divê em ji bîr nekin ku ji serkeftina bê bidestxistin piştre em venagerin mal û em ê li her qada jiyanê bin.”