Ji YE'yê guşara êrîşên sîber li ser Rûs, Çînî û Koreyîyan

Di dîroka YE'ye de cara pêşî ye li ser kesên welatiyên Rûsya û Çînê bi îdîaya ku êrîşên sîber anîne, biryara guşaran hate standin.

Josep Borrell, nûnerê payebilind ê ji ewlehî û karê derve yê YE'ye berpirs, ragihand, çar jê Rûs, du jê jî Çîn derheqê 6 kesan biryara guşarê hatiye dayin.

Hate diyarkirin guşar li ser wan kom û kesan in têkilî êrîşên sîber û hewldanê êrîşên sîber ên salên 2010, 2017 û 2018'an in. Li gorî daxuyaniyê, li gel kesan, îstîxbarata leşkeriya Rûs navenda GRU'yê, yek jê Çînî, şîrketeke ji Koreya Bakur jî di van êrîşan de bi rolekê ne an jî têkilî van êrîşan in.

Tê zanîn yek ji van êrîşên navborî li ser navenda Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî yên Laheyê (OIAC) a sala 2018'an e, ku bi ser nektibû.

Diyar bû, êrîşên din jî ew êrîş in, ên bi navê WannaCry’, ‘NotPetya’ ve ‘Operation Cloud Hopper. Êrîşa bi navê Operation Cloud Hopper 2010'an li djî şîrkete pirnetewî bû, ya li şeş parzemînan e. Têkilî vê êrîşê şîrketa bi Çînî ya bi navê Huayîng Haîtîa tê sûcdakirin ku desteke darayî daye êrîşan.

Li gorî YE'yê êrîşên bi navê göre WannaCry ve Not Petya jî ji hêla şîrketa Koreya Bakur hatiye fînansekirin. YE dibêje koma hacker a a Koreya Bakur a bi navê Lazarus Groupê aniye.