Ji Stockholmê heta Îmraliyê hezar silav

Li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye meşvan bi sloganên “Ji Îmraliyê re hezar silav” meşiyan.

Ji ber salvegera komploya navneteweyî û piştgirîdayîna berxwedana Efrînê îro li Stockholmê ya ku paytexta Swêdê ye, meşeke dirêj hate lidarxistin.

Meşvanan saet di 11.00’an de ji Parka Ralambshovsê dest bi meşê kirin.

Di meşê de alayên PYD, YPG/YPJ, PKK, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, KODAR, PJAK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meşvan bi sirûd û stranan ber bi avahiya Televîzyona Dewletê ya Swêdê û Radyoya Dewletê ya Swêdê meşiyan.

Di meşê de tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî Efrînê hatin teşhîrkirin. Ji bo ku Ocalan serbest were berdan û êrîşên li dijî Efrîn werin sekinandin, bang li partiyên siyasî û saziyên sîvîl ên civakî yên Swêdê hate kirin.