Ji revandina çalakgerên li Iraqê kî berpisyar e?

Meclîsa Mafê Mirovan ya Iraqê ragihand ku hêjmara kesên hatine revandîn gihişte 166 kesan û bigiştî hemû jî xwepêşandêr in.

Meclîsa Mafê Mirovan ya Iraqê hêjmara kesên ku dinava xwepêşandanê de hatîn revandin eşkere kir, qala vê yekê jî kir ku piraniya wan kesan jî dinava xwepêşandanan de hatine windakirin hinek ji wan jî rasterast di meydanan de hatine revandin.

Aliyên ewlekariyê bal dikişînin li ser vê yekê ku ew bûyer bi rêya çend koman tên kirin, heta niha jî ne diyare ew kom kîne lê em piştrastîn ku ew kom ne yasayine.

Di 20’ê Kanûnê de ciwanekî binavê Mihemed Elesmî ku temen 26 salî li bajarê Nasiryê ya Iraqê dikujin, di wê êrîşê de çeka bê deng bi karanî. Ev yek jî cihê gumanê ye ku li gorî çend çavkaniyên herêmê bal dikişînin li ser vê ku ew çekdar girêdayî hêzên Mîlî şîayên Îranê ne, bi giştî ji aliyê Îranê ve têne rêvebirin. 

Herku diçe aloziyên navxweyî yên Iraqê kûrtir dibe, di nava vê pêvajoyê de serokkomarê Iraqê daxwaznameya xwe ya dest ji kar berdanê pêşkêşî parlemenê kir. Di heman demê de ev meheke ku serok wezîrekî nû jî ne hatiye hilbijartin û parlemen jî nekariye ji daxwazên xwepêşanderan re bibe bersiv.

Li gorî çavdêrên siyasî jî: “Ew tiştên ku li Iraqê diqewin metirsiyekî mezine ku Iraq gelek nêzîkî şerê navxweyî dibe.”