Ji DYA pêşnûmeya pêkanînên li ser Rûsya, Îran û Koreya Bakur
Meclîsa Nûneran a DYA, pêşnûme qanûna ku pêkanînên nû li ser Rûsya, Îran û Koreya Bakur ferz dike, erê kir.
Meclîsa Nûneran a DYA, pêşnûme qanûna ku pêkanînên nû li ser Rûsya, Îran û Koreya Bakur ferz dike, erê kir.
Meclîsa Nûneran a DYA, pêşnûme qanûna ku pêkanînên nû li ser Rûsya, Îran û Koreya Bakur ferz dike, erê kir. Pêşnûme qanûn li hemberî 3 dengên dijber, bi 419 dengan hate erêkirin. Ji bo biryar bikeve meriyetê, divê Senatoya Amerîka erê bike û Serokê DYA Donald Trûmp mohra xwe deyne binî.
Di pêşnûmeyê de bal tê kişandin ser mijarên; "Destwerdana Rûsyayê li hilbijartinên serokatiyê yên li DYA", "Destwerdana li rojhilatê Ûkraynayê" û bernameyên nukleerî û balîstîk ên Îran û Koreya Bakur.
Trûmp û Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson li ber beşa pêşnûmeyê ya têkildarî Rûsyayê radibin. Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî Sarah Hûckabee Sanders li ser pêşnûmeyê axivî û diyar kir, Trûmp piştgiriyê dide pêkanînên tund ên li hemberî Rûsya, Îran û Koreya Bakur, lê pêşnûmeyê lêkolîn dike.