Ji De Mîstûra daxuyaniya li ser agirbestê

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra diyar kir, biryara agirbestê ya navbera rejîmê û komên çekdar girîng e.

De Mîstûra da zanîn, ev biryar ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve girîng e û got, "Em agirbesta ku wê ji saet 00:00 ê 30'ê Kanûnê roja Înê li gelemperiya welêt bikeve meriyetê, bi kêfxweşî pêşwazî dikin."

De Mîstûra da zanîn, ev agirbest wê karê gihandina alîkariya însanî û rizgarkirina mirovên sivîl Hêsan bike û got, "Hêvîdar im wê agirbest tevkariyê li hevdîtinên li Astana bike."

De Mîstûra diyar kir, ev gav wê tevkariyê li hevdîtinên Cenevreyê jî bike ku wê di 8'ê Sibata 2017'an de di bin sîwana NY de dîsa bên destpêkirin.