Ji bo zêdekirina buhayê petrolê wê hilberîn bê kêmkirin

ji ber ku buhayê petrolê ji sala 2014'an û vir ve di asta herî nizm de ye, kêmkirina hilberîna petrolê wê îsal jî bidome.

Hewldanên Rêxistina Welatên Petrolfiroş (OPEC) û welatên ne endamê OPEC'ê yên ji bo zêdekirina buhayê petrolê dewam dikin. Li bajarê Saînt-Petersbûrg ê Rûsyayê di civînê de OPEC û welatên din li hev kirin û biryar hate dayin ku di 6 mehên destpêkê yên sala 2018'an de hilberîna petrolê bi 350 mîlyon varîlî bê kêmkirin.

Lê belê tevî biryara OPEC'ê jî, tevî Nîjeryayê li Lîbyayê jî ku şerê navxweyî lê diqewime, hilberîna petrolê zêde dibe. Her wiha li Îranê jî piştî rakirina pêkanînên navneteweyî hewldanên ji bo zêdekirina hilberîna petrolê dewam dikin.

Buhayê petrolê ku heta sala 2014'an derket ser sed dolarî, ji hingî ve di navbera 25 heta 50 dolarî de diçe û tê. Ji ber vê yekê, di serî de Rûsya gelek welatên OPEC'ê di nava pirsgirêkên cidî yên aboriyê de ne.

Tevî 14 welatên endamê OPEC'ê, 11 welatên din ku Rûsya jî di nava wan de ye, ji destpêka vê salê ve rojane 1,8 mîlyon varîl hilberîna petrolê kêm kirin.

OPEC ji welatên Erebîstana Siûdî, Îran, Iraq, Qûweyt, Venezûela, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Qatar, Lîbya, Gabon, Nîjerya, Gîne, Ekvator, Angola û Cezayîrê pêk tê, ku beşeke mezin a aboriya van welatan ji hatineyên petrolê pêk tê.