Ji bo referandûma serxwebûnê ya Katalan gaveke din hate avêtin
Li Katalonyayê, ku ev çend hefte ne rojev referandûma serxwebûnê ye, partiyên desthilatdariya herêmî qanûneke nû qebûl kirin ku bi rêy avê qanûnê wê banga ji bo referandûmê hêsan bibe.
Li Katalonyayê, ku ev çend hefte ne rojev referandûma serxwebûnê ye, partiyên desthilatdariya herêmî qanûneke nû qebûl kirin ku bi rêy avê qanûnê wê banga ji bo referandûmê hêsan bibe.
Koalîsyona herêmî ya partiyên alîgirê serxwebûnê Jûnts pel Sî, qanûna navborî xist rojeva parlamentê. Bi rêya vê qanûnê hewl tê dayin banga ji bo referandûmê bê hêsankirin.
Li gorî vê qanûnê, referandûma serxwebûnê bêyî ku li komîsyonekê were nirxandin û pêşnûmeyeke guhertinê bê dayin, derfetan dafirîne ku di rûniştineke tenê de pêşkêşî dengdanê were kirin.
Li Parlamenta Herêma Katalonyayê ya ji 135 endaman, di dengdanê de 72 parlamenteran dengê 'erê' dan.
Piştî ku qanûn hate qebûlkirin, partiyên li mûxalefetê û alîgirê mayina li nava Spanyayê ne, îdîa kirin ku guhertin 'li dijî demokrasiyê' ye.
EŞKERE YE KU DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN WÊ REFERANDÛMÊ RED BIKE
Lê belê Parlamenta Herêmî ya Katalonyayê biryara referandûmê bide jî, hikumeta Spanyayê ragihandibû ku wê vê biryarê nas neke.
Eşkere ye ku biryara referandûmê wê ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê ve were redkirin.
Li Katalonyayê ku bi nifûsa xwe ya 7,5 mîlyonî piştî Madrîdê xwedî aboriya herî xurt a Spanyayê ye, partiyên alîgirê serxwebûnê ji sala 2010'an û vir ve li desthilatdariyê ne.
Referandûma beriya niha ya ji bo serxwebûnê, ku 9'ê Mijdara 2014'an hatibû plankirin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatibû betalkirin.
Tevî vê qedexeyê jî Serokê Herêma Katalonyayê yê wê demê Artûr Mas û desthilatdariya herêmî bi rengekî sembolîk referandûm kiribûn û 80 ji sedî dengê 'erê' ji referandûmê derketibû.