Ji bo keştiya Aqûarîûsê li Ewropayê çalakî hatin lidarxistin
Bi hezaran kes roja Şemiyê li gelek welatên Ewropayê daketin qadan û xwestin, keştiya alîkariya însanî Aqûarîûs karê xwe yê rizgarkirinê li peravên Lîbyayê bidomîne.
Bi hezaran kes roja Şemiyê li gelek welatên Ewropayê daketin qadan û xwestin, keştiya alîkariya însanî Aqûarîûs karê xwe yê rizgarkirinê li peravên Lîbyayê bidomîne.
Li ser banga SOS Méditerranée û rêxistina Doktorên Sînornenas, Parîs û Marsîlya jî di nav de li 30 bajarên Fransayê û li Berlîn, Bruksel û Palermoyê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.
Bi hezaran kesên li Marsîlyayê li hev civiyan û li herêma navbera keştîgeha Joîetteyê ku keştî lê hatiye rawestandin û Vîeûx-Portê çalakî lidarxistin.
Hevdamezrînera rêxistina SOS Méditerranée Sopîe Beaû li qada çalakiyê axivî û got, "Xemsariya dewletên Ewropayê sûc e. Ne ya qebûlkirinê ye ku mirov bê alîkarî bên hiştin û li xeniqîna wan bê temaşekirin."
Li paytext Parîsê jî bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Serokê SOS Méditerranée Francîs Vallat li vir daxuyanî da û rawestandina karên rizgarkirinê yên keştiyê şermezar kir.
Ji bo keştiya Awûarîûsê roja 28'ê Îlonê li Ewropayê kampaya îmzeyan dest pê kiribû. Heta niha nêzî 200 hezar kes tevlî kampanyayê bûne.