Ji bo karibin biçin Îngilistanê di nava şert û mercên giran de dimînin

Hejmara koçberên ku dixwazin ji Derya Manşê derbasî Îngilistanê bibin, dema dawî zêde bûye. Koçberên ku her du welat wan qebûl nakin, beriya ku jiyana xwe bixin rîskê, di nava şert û mercên dijî mirovahiyê de tên hiştin.

Di 7 mehên destpêkê yên îsal de, hejmara mirovên hewl dan ji Fransayê di ser Derya Manşê re derbasî Îngilistanê bibin, li gorî sala derbasbûyî bi du qatî zêde bû. Tê gotin ku tenê di nava sê rojên hefteya duyemîn a mehê de nêzî 500 kesî xwe gihandine peravên Îngilistanê. Hejmara gitşî ya koçberên hatine rizgarkirin jî 4 hezar û 200 kes e. Tê gotin ku ev hejmar roj bi roj zêde dibe.

SEDEMA ZÊDEBÛNÊ, KONTROLÊN LI TUNELÊ YE

Sedema sereke ya zêdebûna hejmara koçberên hewl dan di ser Derya Manşê re xwe bigihînin Îngilistanê, derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê û zêdebûna kontrolên li Tunela Manşê ye. Berê bazirganên mirovan, koçber dixist qemyonan an jî li pişt wesayitên cuda dikirin û bi vî rengî di tunelê re derbas dikirin.

KONTROLA LI DERYAYÊ Û PÊLÊN DERYAYÊ KÊM IN

Koçberên li herêma Haûts-de-France ya li herêma bakur a Fransayê, koçber hewl didin bi rê û rêbazên cuda derbasî Îngilistanê bibin. Koçber li Calaîs, Grande-Synthe yan jî hin wargehên din ên li derdorê, li qada daristanî tên hiştin. Koçber li van herêman bi rojan, bi mehan tên hiştin. Tê anîn ku bazirganên mirovan li vê herêmê gelekî dixebitin.

Ji ber ku li deryayê kontrol kêm in, her wiha ba û pêlên deryayê demên dawî kêm in, bazirganiya mirovan zêde bûye. Bazirganên mirovan di berdêla 3 heta 7 hezar Euroyî de bi dehan kesî li botên lastîkî siwar dikin.

BI DERBASBÛNÊ RE DRAM JÎ WÊ ZÊDE BIBE

Bi zêdebûna derbasbûna koçberan a ji Fransayê re, ku bi giranî rêya deryayî bi kar tînin, tê gotin ku wê drama mirovahiyê jî zêde bibe. Bi qasî ku hate tespîtkirin sala 2019'an 4 koçberan jiyana xwe ji dest dan.

LI FRANSAYÊ DI NAVA ŞERT Û MERCÊN GIRAN DE DIMÎNIN

Koçberên ku bi salane li derdora bajarê Calaîs an jî Grande-Synthe dimînin, di nava drameke mirovahiyê de ne. Hin ji wan bi mehan li qada daristanî man, hinek jî neçar in tenê bi alîkariya saziyên alîkariyê jiyana xwe bidomînin. Pirsgirêka stargehê ya li herêmê dibe sedema rûdana pirsgirêkên tenduristiyê.

Rayedarên li Fransayê jî li pêşberî vê rewşê bi xemsariyê tên sûcdarkirin. Saziyên mafên mirovan û alîkariyê nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin. Çend roj berê 13 komeleyên alîkariyê bi daxuyaniyek hevpar tevî raportorên Neteweyên Yekbûyî û 'Parêzvanên Mafên Mirovan' giliyê rayedarên Fransayê kiribûn.