Ji bo fedaiyên Girê Hekarî klîbek hate amadekirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo bîranîna fedaiyên Operasyona Şoreşgerî ya Girê Hekarî ya Metînayê klîbek bi navê 'Şehîdên Hekarî' amade kirin û weşandin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hevrêyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a mêtinger di berxwedana dîrokî de şehîd ketine, bi stranan bi bîr tînin.

Strana 'Şehîdên Hekarî' ya ji aliyê Gerîla Tîrêj Roj ve hate amadekirin û gotin, li Gerîla TV hate weşandin.

Di strana 'Şehîdên Hekarî' de qala têkoşîna Şehîd Baran Çirav, Şehîd Binevş Vejîn û Şehîd Amed Avesta tê kirin ku 26'ê Mijdara 2022'an li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî şehîd bûn.

Di çalakiyên operasyonê de 42 dagirker hatin cezakirin û gelek malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin. Di 26'ê Mijdara 2023'an de jî di operasyona şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn de 18 dagirker hatin cezakirin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.