Ji ber vîrusê li dijî Elmanan êrîşên nijadperest tê kirin

Li gorî Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê li gelek welatan ji ber şewbê êrîşên nijadperest ên li dijî Elmanan zêde bûye.

Mexdûrên pêşîn ên êrîşê Çînî bûn. Niha jî kesên ji Ewropayê dibin hedefa êrîşan.

Li gorî Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê li Hindistan, Kamerûn û Erjantînê li dijî tûrîstên Elman êrîşên devkî û fîzîkî tê kirin.

Raîja Kramerê ji Zanîngeha Hambûrgê diyar kir ku dema bi komeke biçûk a lêkolînê li Jaûndeya paytexta Kamerûnê bûne, wexta ji otelê derketine êrîşkaran gotine ‘vîrus, vîrus’ û êrîşî wan kirine.

Hate diyarkirin ku li Eyaleta Saltayê ya Erjantînê jî hatiye qedexekirin ku tu kes tiştên xwarin û vexwarinê nefiroşin Elmanan. Hate diyarkirin ku li vê herêmê polîs Elmanan dide sekinandin û tendirustiya wan kontrol dike.