Ji ber teqîna volkana Fuego 75 kes mirin, 192 kes winda ne

Li Guatemalayê ji ber teqîna Çiyayê Fuego (Agir) ê volkanîk herî kêm 75 kes mirin, 192 kes jî winda ne.

Çiyayê Fuego yê volkanîk ku 3.763 metre bilind e, bi 35 kîlometreyan li başûrê rojava yê paytexta Guatemalayê ye. Volkan roja Yekşemê teqiya û lav û xweliya ji devê volkan fûriya, li qadeke fireh belav bû.

Rayedaran piştî teqînê bi 48 saetan daxuyanî dan û gotin, "Herî kêm 75 kes mirine, 192 kes jî winda ne." Tirs û fikarên li ser kesên winda zêde ne ku zehmet e bi saxî werin dîtin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane nasnameyên tenê 23'an eşkere bûne. 46 kes ji ber teqînê birîndar bûne û nêzî 3.300 kes jî ji herêmê hatine derxistin. Vê bobelatê bi giştî 1.7 mîlyon kes ji cih û warê wan kirine. 

Piştî ku volkan roja Sêşemê careke din teqiya, 7 gundên din ên li herêmê hatin valakirin.

Volkana Fuego Çileya 2018'an jî teqiya bû. Berê jî, di Îlona 2012'an de teqiya bû û 10 hezar kesên li aliyê başûr ê çiyê ji gundan hatibûn derxistin. Li Guatemalaya du volkanên din ên aktîf hene. Yek ji van Santiaguito ye ku li aliyê rojava ye, yê din jî Pacaye ku bi 20 kîlometreyan li başûrê paytext e.