Ji ber şewba sorikê bi dehan kes li Balkanan mirin

Tê gotin, li welatên Balkanan ji ber nexweşiya sorikê bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane.

Şewba sorikê, ku piştî navbereke dirêj di Tebaxa 2016'an de li Romanyayê dest pê kir, hê jî dewam dike û herî kêm 9 hezar û 670 kes bi vê nexweşiyê ne. Hejmara mirovên li Romanyayê ji ber sorikê jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 35 kesî. Piraniya mirovên jiyana xwe ji dest dane, zarok in.

Şewba sorikê piştî 20 salan yekemcar li Kosovayê hate dîtin û tenê li Prîştînayê zêdeyî sed nexweş hatin dermankirin. Meha Hezîranê ev nexweşî li welatê navborî der bû û tê gotin ku herî kêm kesek ji ber şewbê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan, xeterî heye ku şewb li welatekî din ê Balkanan li Karadagê jî der bibe.

Tê texmînkirin ku ji ber kêmaniya derziya li dijî sorikê û ji ber kampanyayê gelek rêxistinên olî yên li dijî derziya sorikê, li Romanyayê bandor li belavbûna nexweşiya sorikê kirine. Di salê dawî de bi têkoşîna li gelemperiya cîhanê re mirina ji ber vê nexweşiyê gelekî kêm bûye. Lê belê dema ev nexweşî vediguhere şewbê, bi taybetî li herêmên xizan dibe sedema mirina zarokên biçûk, jinên ducanî û extiyaran.