Ji ber sermayê li Ewropayê bi dehan kes mirin
Ji ber serma û seqemê, li welatên Ewropayê ji hefteya bihurî û vir ve bi dehan kes mirin.
Ji ber serma û seqemê, li welatên Ewropayê ji hefteya bihurî û vir ve bi dehan kes mirin.
Ji ber sermayê ku li gelek welatên Ewropayê daket 20-30 pile li binê sifirê, gelek mirovên ku bê mal in jiyana xwe ji dest dan. Li Polonyayê, ji roja Înê ve herî kêm 9 kes ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Li Fransa û Çekyayê 8 kes, li Lîtvanyayê 5 kes û li Romanyayê jî herî kêm 2 kes qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.
Li Estonyayê vê mehê herî kêm 9 kes ji ber sermayê mirin.
Hate ragihandin ku serma wê îro û sibe jî bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Ewropayê û li Fransayê bidome.