Ji ber ‘Rojava’ ceza dan girtiyên li Şakranê!

57 girtiyên li Şakranê ji ber ku li dijî êrîşên dagirker daxwazname ji Wezareta Edaletê re nivîsandin, cezayê hucreyê li wan hate birîn.

57 girtiyên li Girtîgeha Şakranê ya navçeya Alîaga ya Şakranê ji bo sekinandina êrîşên dagirker ên dewleta Tirk di 14’ê Cotmehê de daxwazname ji Wezareta Edalatê re şandibûn.

Girtiyan di daxwaznameyên xwe de got ku “Desthilatdariya AKP û MHP’ê polîtîkaya xwe ya navxweyî û derve li ser dijberiya Kurdan ava kiriye. Dewleta Tirk divê polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd bi dawî bike. Ji bo çareseriya doza Kurdan tu kesî bi qasî rêzdar Abdullah Ocalan hewl nedaye. Em êrîşa li ser Rojava şermezar dikin û dixwazin were sekinandin.”

Gerînendetiya Tîpa T a Nimreyan 3’an a Îzmîrê ev daxwazname kir hincet 11 roj cezayê hucreyê da girtiyan.