Ji ber rewşa xirab a hewayê li Îtalyayê 20 kes mirin

Ji ber rewşa hewya xirab a vê heteyê ya li Îtalyayê bi kêmanî 20 kes mirin.

Bahoz û barana zêde bi dehan hektar taristan tine kir. Rewşa hewaya xirab bandorekî zêde li bakurê walat kiriye.

Li herêma Veneto ya dikeve bakurê rojhilat, ji ber bahoza zêde ya roja Pêncşemê ve bi sedan dar şikestin.

Waltiyê herêmê Lûca Zaîa got: “Rewşeke mîna piştî erdhejê ye”. Li herêmê nêzî 160 hezar kes bê elektirîk man.

Li herêma Sardînya roja Înê du kesên kal di encama brûskên de jiyana xwe ji dest dan. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştine 20’an.

Rewşa lezgîn a li herêma Venetoyê hê jî dom dike, li Sicîlyayê ya dikeve başûrê welat av keta malan, gelek rê hatin girtin. Li vê herêmê gelek dibistan û park hatin betalkirin.

Saziya parastinê ya sivîl a Îtalyayê, ragihand ku ev rewşa hewaya xirab rewşa herî xirab a meterolojiyê ya 60 salên dawî ya herî tevlî hev e.