Ji ber nebûna derziyê bi mîlyonan zarok dimirin

WHO ragihand, her sal 2 heta 3 mîlyon zarokên ji derziyên parastinê bê par tên hiştin, jiyana xwe ji dest didin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, her sal 13 mîlyon zarok ji derziyên parastina ji nexweşiyan bêpar tên hiştin û 2 heta 3 mîlyon ji van, ji ber nexweşiyên ku dikarin pêşî li wan bê girtin jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî daneyên hevpar ên WHO Û Fona Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), par li gelemperiya cîhanê 1 ji 10 zarokan ji deriyên tetanoz, dîfterî û sorikê bêpar man. Ev hejmar ji par û vir ve gihîştiye 12,9 mîlyonî.

Li gorî vê yekê, li 139 welatên ji 194 endamên WHO'yê, rêjeya zarokên derziyên van nexweşiyên ku DTP jê re tê gotin bûne, di ser 90 ji sedî de ye. Lê belê hê jî li zêdeyî 60 welatan, armanca ji bo derzîkirina zarokan a li hemberî van nexweşiyan, ku 90 ji sedî ye, bicih nehatiye anîn.

Li gorî daneyên WHO û UNICEF'ê li 64 welatan, ev derzî li 10 mîlyon zarokan nehatiye xistin.

Beşeke girîng a zarokên ku ji van derziyên parastinê bêpar mane, li wan welatan e ku şer lê diqewime. Hejmara zarokên li van welatan dijîn û derzî li wan nehatiye xistin, 7,3 mîlyon e.

4 mîlyon ji zarokên ji ber şer derzî li wan nehatiye xistin li Afganîstan, Pakîstan û Nîjeryayê dimînin.

Welatên ku derziya DTP di asta 50 ji sedî de li zarokan hatiye kirin ev in: Komara Afrîkayê ya Navîn, Sûdan a Başûr, Somalî, Sûriye, Çad û Ûkrayna. Li van hemû welatan şerê navxweyî diqewime.