Ji ber ku di hêzên aştiyê de mêr hene pirsgirêk çareser nabin

Di mîsyonên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî de herî zêde piştgiriya artêşa Elmanyayê heye. Hêzên mûxalefê rexne kirin ku çima zêdetir mêr di nav van hêzan de ne.

Di mîsyonên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî de herî zêde piştgiriya artêşa Elmanyayê heye. Li Sûdana Başûr, Darfûr, Lubnan û Maliyê bi giştî 1071 leşkerên Elman hene û bi tenê 70 kes ji wan jin in.

Partiya Çep û Partiya Keskan anîn rojevê ku piranî mêr û kesên sivîl di  mîsyonan de cih digirin.. Alîkarê Serokê Koma Meclîsa Federal a Partiya Keskan Agnîezska Brûgger bang li hikumetê kir ku divê Neteweyên Yekbûyî di peywirên sivîl û leşkerî de rêjeya jinan zêde bike.

Di nav mîsyonên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî de di nav 14 mîsyonên aştiyê de ji 123 welatan 100 hezar kes cih digirin. Ev hêz ji bo kêmkirina aloziyan, parastina sivîlan û tevgerîna li gorî rêgezên mafên mirovan ji xwe re dikin armanc.

NY ji bo hejmara jinan a di nav van mîsyonan de zêde bike, ji sedî 15 kotaya jinan xistibû meriyetê. Lê hê gelek welat negihiştine vê kotayê.