Ji ber êrîşa li wezîfedarên alîkariyê herî kêm 6 kes mirin

Li Komara Afrîka Navîn li dijî mirovên ku alîkariya însanî li herêmên şer dikirin êrîş hate kirin.

Li gorî daxuyaniya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), li bakurê rojava yê Komara Afrîka Navîn 6 wezîfedarên alîkariya însanî hatin kuştin. Hat gotin, yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane wezîfedarekî UNICEF'ê ye.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 5 kesên din ên li nêzî bajarê Markounda hatin kuştin, xebatkarên alîkariya însanî yên xwecihî bûn. Êrîşa li dijî wezîfedarên alîkariya însanî roja Yekşemê hate kirin.

Mîsyona aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî Minusca ya li Komara Afrîka Navîn e daxuyaniyek weşand û kuştina wezîfedarên alîkariya însanî bi tundî şermezar kir.

Her sal li welatên ku şer lê diqewimin, bi sedan wezîfedarên alîkariya însanî jiyana xwe ji dest didin. Tenê li Komara Afrîka Navîn par 17 wezîfedarên alîkariyê ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dan.