Ji ber baranê li Hindistanê bi kêmanî 30 kes mirin

Ji ber barana dijwar û lêhiyê ya li başûrê Hindistanê bi kêmanî 30 kes mirin.

Li bajarê Hîderabad ji ber hilweşîna dîwarê avahiyekê 9 kes mirin, 10 kes jî yan ji ber fetisînê yan jî bi elektirîkê mirin.

Di dîmenên hatin parvekirin de, wesayît, pirên di bin avê de mayîn û kamyonên li ber lêhiyê ketine û asê ma ne tên dîtin.

Li gorî rojnameya Teh Tîmes of Îndia ji ber lêhiya li Hîderabadê ji heman malbatê 8 kes ji ber lêhiyê winda bûn, cenazeyê 2 kesan hatin dîtin, lêgerîna li yên din didome.

Leşker û tîmên rizgariyê ji bo yên li malên xwe asê mane ketin nava liv û tevgerê.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku ji ber lêhiyê bi kêmanî 30 kes mirine.

Herêma Telengana bû eyaleta herî zêde bandor lê bû, her wiha Andra Pradeş û Karnataka jî ji baranê bandor bûn.