Israîlê erîşa hewayî bire ser Xazeyê

Artêşa Israîlê ragihand wan êrîşeke hewayî birine ser mewziya Hemasê ya  ku li Xazeyê li ser desthilatê ye.

Li gorî daxuyaniya niviskî ya ku artêşa Israîlê dayî, balafirên şer li başûrê Şerîda Xazeyê mewziyeke 'binerd'' a li baregeheke leşkerî ya Hemasê bombe kirine.

Hate gotin êvara Pêrşemê êrîş çûye ser Hemasê. Artêşa Israîlê êrîşeke rokêtê kire sedema van êrîşan. Di êrîşa hewayî û rokêtê de ti kesek nemir.

Ji destpêka Gulanê ve ku bi sedan rokêt avêtibûn ser Isarîlê û wir ve bûyereke wiha nebûbû. Di êrîşên berê de 25  Filistînî û 4 Israîlî miribûn.

Êvara Çarşemê artêşa Israîlê qada deryayê ya Şerîda Xazeyê girtibû,nehiştibû ku masîgeriyên li deryayê derkevin. Bi hinceta ku di ser Filistînê re ber bi Israîlê ve perçîçeqên sotîner têne şandin, ev tişt kiribû.

Israîlê heman rojê bi heman sedemê qadên ji bo nêçîrvanê jî hatin sînordarkirin.

Şerîda Xazeyê, van 10 salên ku Hemas li ser desthilatê de ye, ji hêla bejahî, derya û hewayê ve tim li ser tê jidandin. 2008'an di navbeyna Hemasê û Israîlê de şerekî giran bû û rageşî hê jî didome.