Iraqê û koalîsyonê li dijî DAÎŞ'ê operasyon kirin

Artêşa Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî li Kerkûk û derdora wê li dijî DAÎŞ'ê operasyonên hewayî kirin. Di encamê de 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Piştî ku dewleta Tirk dest bi êrîşên dagirkirina Efrînê kir, DAÎŞ jî li Kerkûk, Selahaddîn, Mûsil, Diyala, Enbar û gelek herêmên Iraqê jinûve kete nava liv û tevgerê. Li dû biryara DYE'yê ya vekişîna ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, DAÎŞ'ê li wan herêman êrîşên xwe zêde kir.

Artêşa Irqê û Koalîsyona Navneteweyî di serî de Çiyayê Qereçox ê Mexmûrê, Kerkûk, Mûsil, Diyala, Tîkrît, Enbarê li dijî DAÎŞ'ê operasyon pêk anîn.

4 ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê HATIN KUŞTIN

Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî doh bi şev li kozikên DAÎŞ'ê yên li Kerkûk û derdora wê xistin.

Çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê ragihandin ku balafirên şer ên hêzên Koalîsyona Navneteweyî li başûr û rojavayê Kerkûkê cihên ku DAÎŞ'iyan xwe lê vedişartin, bomberdûman kirine.

Hate ragihandin ku di bomberdûmanê de 4 çeteyên DAÎŞ'ê hatine kuştin.