Iraq welatên dijminên hev, li hev tîne

Hikûmeta Iraqê ku dixwaze li Rojhilata Navîn bibe aktorekî dîplomatîk roja Şemiyê (Sibê) ciranên xwe lihev dicivîne.

Civîn wê bi beşdarbûna serokên parlamentoya dewletên cîran pêk were. Di civînê de hinek dewletên ku dijminên hev in jî hene. Wê serokên parlamentoya Erebistana Siûdî, Kûveyt, Sûriye, Urdun û Tirkiyeyê, rayedarekî payebilnd ê Îranê beşdarî civînê bibin. Serokê parlamentoya Îranê ragihand ku wê beşdarî civînê nebe.

Di nava van welatan de têkiliyên dîplomatîk yên di navbera Erebîstan Siûdî û Îran ku li herêmê hevrîkên herî mezin ên hevin, tuneye. Di navbera Erebistana Siûdî û Sûriyeyê de têkiliyên dîplomatîk nine. Rejîma Tirk jî demeke dirêj xwest rejîma Sûriyeyê hilweşîne, bi çeteyan re herêmên Kurdan dagir kirin, bi Îranê re li ser krîza Sûriyeyê muzakerayan dimeşînin.

Serokê Parlamentoya Iraqê Mûhammed El Halbûsî li ser Twîtterê daxuyanî da û got; “Malovaniya ciranên Iraqê ku li dijî terorîzmê serketin li Bexdayê keyfxweşim.”

Serokê Parlamentoya Iraqê îro Serokê Konseya Gel a Sûriyeyê Hamûda Sabbah qebûl kir.