Iraq naxwaze ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê bandorê li wan bike

Serokkomarê nû yê Iraqê Berhem Salih ji DYA'yê xwest, dema ku ambargoya li ser Îranê xist meriyetê, krîza siyasî û aborî ya li Iraqê bibîne.

Rêveberiya DYA'yê, hemû pêkanînên li ser Îranê yên berê hatibûn rawestandin ji nû ve xistiye meriyetê. Rêveberiya Serokê DYA'yê Donald Trûmp meha Gulanê bi rengekî yek alî xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re hatibû îmzekirin vekişandibû û biryar da bû ku pêkanîna li ser Îranê ferz bike.

Rêveberiya DYA'yê 8 welat ji bo demekê li derveyî pêkanîna hişt û diyar kir ku Iraqê wê ji bo 45 rojan karibe enerjiyê ji Îranê peyda bike.

Pêkanînên nû yên DYA'yê bi taybetî li dijî sektora petrolê ya Îranê ye.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih dema serdana Qûweytê kir daxuyaniyek da û got, "Em ji DYA'yê dixwazin ku pêkanînên wan ên li ser Îranê bandorê li wan neke."

Salih diyar kir, ew dixwazin bi hemû cîranên xwe û civaka navneteweyî re 'têkiliyeke hevseng' bimeşînin û got, "Îran welatekî cîran e û têkiliyeke aram a bi Îranê re bi kêrî me tê."

Salên dawî ji ber şerê li dijî DAÎŞ'ê aborî û binesaziya Iraqê xisareke mezin dîtin. Lewma pêwîstî ji nû ve avakirina binesaziyê heye. Gendelî, rêveberiya nebaş û pirsgirêkên ji ber van derketin li Iraqê giran bûn.

Rêveberên Bankaya Navendî ya Iraqê meha Tebaxê daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku aboriya Iraqê bi rengekî berfireh bi aboriya Îranê ve girêdayî ye.