IOM: Li Dernayê ji ber lehiyê herî kêm 30 hezar kes ji cih û warê xwe bûn

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ku ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve ye, ragihand ku ji ber felaketa lehiyê ya ku bajarê Derna yê Lîbyayê ser û bin kir, herî kêm 30 hezar kes ji cih û warê xwe bûn.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) şeva Yekşemê piştî ku bandora bahoza Danîel qediya, li ser rewşa li rojhilatê Lîbyayê raporek weşand.

Di raporê de hate ragihandin ku li Dernayê "Herî kêm 30 hezar kes ji cih û warê xwe bûn."

Servîsa lezgîn a hikumeta li Trablûsê ku li qada navneteweyî tê naskirin, diyar kir ku li bajarê Dernayê yê li rojhilatê welêt ji ber lehiyê herî kêm 2 hezar û 300 kesî jiyana xwe ji dest dane. Tê texmînkirin ku fîlanço giran bibe.

Berdevkê Servîsa Rizgarkirinê û Rewşa Lezgîn a Lîbyayê Ûsame Alî diyar kir ku ji ber bahoza Danîel di lehiyê de 7 hezar kes birîndar bûn û zêdeyî 5 hezar kes jî winda ne.

Li gorî Ûsame Alî ji be bahozê li bajarok û bajarên din ên li rojhilatê Lîbyayê herî kêm 65 kesên din jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên hikumeta hevrik a li rojhilatê Lîbyayê jî dibêjin, li bajarê Dernayê ku nifûsa xwe 100 hezar kes e, 'Bi hezaran kes' mirine. Li gorî Xaça Sor jî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gelekî zêde ye.

Rayedarekî ji Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor a Navneteweyî (IFRC) diyar kir ku zêdeyî 10 hezar kes winda ne.

Serokkomariya Fransayê ragihand ku wan nexweşxaneyeke sehra şandine herêmê ku karibe rojane 500 kesî tedawî bike.

Lîbya ku xwedî çavkaniyên herî dewlemend ên petrolê yên Efrîkayê ye, ji sala 2011'an dema hilweşandina rejîma Mûammed Kaddafî ji aliyê NATO'yê û vir ve di nava kaosê de ye. Li rojhilat û rojavayê welêt parçebûn dewam dike.