IMF: Aboriya cihanî kete resesyonê

Midura Giştî ya Fona Pereyan ya Navnetewî IMF’ê da diyarkirin ku ji ber pandemiyê aborî cihanî kete resesyonê.

Midura giştî ya IMF’ê Kristalina Georgieva got; “Li ber çav aborî cihanî kete resesyonê.”

Georgieva anî ziman ku resesyon di encama pandemiya Covîd-19 a li tevahiya cihanê belavbûyî de pêk hatiye, resesyon wê di 2020’an de ‘Kûr’ bibe.

Seroka IMF’ê got ku di dema hikumet guncaw û bi koordîne tedbîran bigre, li hêviyêne ku di 2021’ê de aborî ji nû ve zindî bikin, welatê ku li ber “Pêşketinê” pêwîstiya wan ya darayî bi 2 hezar û 500 milyar dolaran heye.