Hûsiyên Yemenê amade ne bi Siûdiyan re aştiyê bikin!

Milîsên Hûsî yên Yemenê ragihandin ku eger êrîşên Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebistana Siûdî rawestin amade ne ku êrîşên bi dron û moşekan yên li dijî Riyadê rawestînin.

Di salvegera 5’emîn a kontrolkirina paytext Sanayê de Hûsiyan daxuyaniyek da. Milîsên Hûsî roja Înê daxuyaniyek da û ragihand ku êrîşên li dijî Erebistana Siûdî rawestandine û amade ku ne aştiyê bikin.

14’ê Îlonê bi droneyan êrîşî du tesîsên petrolê yên li Sûûdî Erebistanê hatibû kirin. Ji ber vê êrîşê hilberîna petrolê nîvenîv hatibû sekinandin. Erebistana Siudî û DYE ji vê êrîşê Îran berpisyar ditîbû lê êrîş Hûsiyan li xwe girtibû. Roja Înê şefê Pentagonê daxuyanî da û ragihand ku li ser daxwaza Erebistana Siudî û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî ew ê hêzê bişînin Kendavê.

Serokê Konseya Siyasî ya Hûsiyan Mehdî Maşak diyar kir ku ew dikarin hemû êrîşên li dijî xaka Erebistana Siudî rawestin lê divê bersiva bi hêz ji aliyê Siudiyan ve were dayîn.

Maşak wiha got; “Domandina şer ne li gorî berjewendiyên ti kesê ye.” Maşat daxwaza vekirina balafirgeha Sana ya navnetewî û gihandina ji bo lîmana Hudeyde ya stratejîk kir. Lîmana Hudeyde weke deriyê herî bingehîn yê ji bo alîkariyên mirovî û pêwistiyên bingehîn tê diyar kirin.