Hûsiyan, ji bo rizgarkirina keştiya petrolê, agirbesta demkî erê kir

Mîsyona NY’yî ya Îranê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku, Hûsiyên li Yemenê ji bo rizgarkirina keştiya petrolê ya li Derya Sor ku rê li ber rîska keraseta ekolojîk vedike, li ser agirbesta demkî lihev kirine.

Keştiya Yewnanî ya bi navê “Sounion” li peravên bajarê Hudeydê ku di bin kontrola serhildêrên Hûsiyan de ye hatibû hedef girtin.

Hûsiyên ku Îran destek dide wan, ragihandin ku wan bi balafirên bêmirov û fuzeyan li keştiyê xistine. 

Piştre, ajansa ewlekariya deryayî ya Hêzên Deryayî ya Qraliyetê UKMTO, ragihand ku di keştiyê de 3 şewat derketiye. 

Hûsiyan jî li ser torên civakî, vîdeoyek parvekirin ku nîşan dide di keştiya ku 150 hezar ton petrola xam hilgirtiye, sê teqîn pêk tê.

Mîsyona NY’yê ya Îranê, diyar kir ku hin alî ji bo rizgarkirina keştiyê daxwaza ‘agirbesta demkî’ ji Hûsiyan kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber fikarên mirovî û hawirdorê, Ensarûllah (navekî din ê serhildêrên Hûsî ne)  vê daxwazê pejirandine." 

Lê belê mîsyona Îranê ya li NY jî îdîa kir ku "Nedayîna alîkariyê û pêşîgirtina li rijandina petrola li Derya Reş, ji bilî fikarên li ser xeteriya hedefgirtinê, bi nebaşiya hin welatan ve girêdayî ye."