HRW: Yên li Malî hovîtiyê dikin bila bêceza neyên hiştin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bal kişand ser komkujiyên ku par li Malî ji aliyê komên çekdar ên Îslamî û hêzên xweparastina civakî kirin ku di encamê de zêdeyî 450 kes hatin kuştin û xwest, berpirsyar bêceza neyên hiştin.

Rêxistina Mafên Mirovan (HRW) pirsa "Hîn divê çiqasê din xwîn bê rijandin?" pirsî. Di raporê de hevpeyvînên bi 150 mexdûr, şahid, lîderên civakên Poller û Dogonê, berpirsyarên tenduristiyê û edlî û pisporan hatin parvekirin.

Midûra HRW'ê ya maseya rojavayê Efrîkayê Corrîne Dûfka got, "Li herêmên navîn ên Maliyê komên çekdar bi giranî mirovan dikujin, seqet dihêlin û civaka terorîze dikin." Dûfka got, "Xuya ye natirsin ku wê hesab bidin."

Berpirsyara HRW'ê got, "Her ku tundiya kujer û hesta tolhildanê dubare dibe, bîlançoya mirovên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe."

Komên ku weke xwe cîhadîst tên binavkirin, di sala 2012'an de li bakurê Malî derketin holê û li navenda welêt û welatên Bûrkîna Faso û Nîjerê belav bûn. Tevî ku li herêmê hêzên Fransayê, hêzên herêmî û hêzên ser bi Neteweyên Yekbûyî hene, komên Îslamî yên tundrew hîn jî belav dibin.