HRW: Li hemberî krîzên Venezûela û Haîtîyê polîtîkayên penahiyê kêm in

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) 11’ê Îlonê raporek weşand û diyar kir ku polîtîkayên penahiyê yên Emerîkayê ji bo bi hezarên penaberên ku ji welatên weke Venezûela û Haîtîyê direvin, kêm in.

HRW’ya ku polîtîkayên koçberiyê yên welatên weke Brezîlya, Şîlî, Kolombiya, Ekvador, Panama û Perûyê lêkolîn dike, tespît kir ku ev welatên navborî, nikarin ji penaberan re bibin alîkar û ji wan re parastina navneteweyî dabîn bikin.

Li gorî raporê di 18 mehên dawîn de zêdetirî 700 hezar koçber neçar name ku ji daristana Darienê ya bitalûke ya di navbera Kolombiya û Panamayê de derbas bibin.

Koçber di vê derbasbûnê de bi tundiya zayendî û îstîsmarê re rû bi rû mane. Bi tenê ji Venezûelayê 477 hezar, ji Ekvadorê 60 hezar û ji Haîtîyê jî 41 hezar kesî serî li vê rêyê dane.

HRW’ê têkildarî mijara peymana koçberiyê jî fikarên xwe anîn ziman ku peyman demekê beriya niha di navbera Panama û DYE’yê de hatibû îmzekirin.

Tê diyarkirin ku dibe ku bi rêya vê peymanê, Panama koçberan bişîne welatên lê neewle û ev rewş wê berpirsiyarên navnetweyî binpê bikin. HRW di rapora xwe de dibêje ku DYE mijara berpirsiyarên xwe yên têkildadarî penaberan de erkên xwe bi cih anîne.

Têkçûna aboriyê ya li Venezûelayê û tundiya çeteyan a li Haîtîyê weke sedemên sereke yên zêdebûna koçberiyê tên nîşandan.

Di van salên dawîn de ji 7 milyonî zêdetir kes ji Venezûelayê reviyane û li Haîtîyê jî di sala 2023’yan de 600 hezar kes ji warên xwe hatine derxistin.

Her wiha HRW dibêje ku hikûmetên herêmî divê li hemberî van krîzan ji bo penaberên Venezûalî û Haîtîyî pergaleke parastinê ya demkî ya statuya yasayî dide penaberan, ava bike.