HRW'ê li dijî înfazên li Mûsilê bertek nîşan da!

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) dimênên ku hêzên Iraqê dema ku girtiyekî înfaz dikin parvekir.

Di dimênên ku li Mûsilê hatî tomarkirin de tê dîtin ku girtiyek tê înfazkirin û yên din jî têne lêdan.

Artêşa Iraqê roja Dûşemê ragihand ku Mûsil bi temamî hatiye rizgarkirin. Mûsil di encama operasyonekî 9 mehan de bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin. Ev şer bajêr kavilkir û rê li krîzekî mezin a mirovahiyê vekir.

Di dîmenekê de hinek kesên ku cil û bergên artêşa Iraqê li ber ku girtiyekî bi rih lêdidin û piştre di avêjin çalekê de, bi çekan gule berdidin ser laşê wî.

Kovara heftane ya Elman Der Spîegel jî di meha Gulanê de ragihandibû ku hêzên taybet di demê şerê Mûsilê de tevlî sûcên êşkende, destavêtin, û kuştinê bûye nivîsandibû.