HPG'ê bi çalakiyan Tolhildan Goyî û Rûken Zelal bi bîr anî

HPG'ê ji bo bîranîna Tolhildan Goyî û Rûken Zelal çalakî lidar xist. Hate ragihandin ku di çalakiyan de 6 dagirker hatine cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Hevrêyên me Sara Tolhildan Goyî (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Feremez Hisên) di şeva 26'ê Îlona 2022'an de li Mersînê bi çalakiya fedaî dijmin hejand û tirseke mezin berdan nava dilê dijmin. Di salvegera vê çalakiya bi heybet de em hevrêyên xwe Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal bi hurmet, hezkirin, minet û dilsoziyê bi bîr tînin. Herdu jinên Kurd ên azad ên fedaî Sara û Rûken ku ruhê fedaî yê Apoyî yê li nava gerîla gihand metropolan û di asta herî bilind de temsîl kirin, weke Zîlanên Hemdem ên pêşengî ji têkoşîna me û gelê me re kir, navê xwe li dîrokê nivîsandin. Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdsitanê, ji bo em xwe bigihînin sekna mezin, ruhê fedaî, rêbaza lêdanê, aqlê taktîkî, çalakiya bi heybet, huner û hevrêtiya heqîqî ya hevrêyên xwe Sara û Rûkenan, em soz didin ku têkoşînê hîn bêhtir mezin bikin.

Di çalakiyên ji bo bîranîna hevrê Sara û Rûken de 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Zapê;

23'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi sabotajê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

24 û 25'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 14 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

25'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

24'ê Îlonê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku tîmên me yên bi tevger kirin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

25'ê Îlonê saet di 19:45'an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê, bi sekvaniyê li wan hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

25 û 26'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

26'ê Îlonê saet di 02:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dema ku dagirker tevdigeriyan bi sekvaniyê lê hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Metînayê;

24'ê Îlonê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25'ê Îlonê sate di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên ferdî û nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan ku bombe li tunelên şer dibarandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

24, 25 û 26'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."