Hiso: Gelê Kurd bersiv da Erdogan

Hevseroka PDY'ê Ayşe Hiso li Kongreya Yekîtiya Jinan a Sara axivî û diyar kir, gelê Kurd bersiveke xurt daye rejîma Erdogan. Di kongreyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Yekîtiya Jinan a Sara ya Swêdê, li bajarê Orebro yê Swêdê 4'emîn Kongreya Asayî pêk anî. Di kongreyê de Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin. Jinên Kurd diyar kirin, heta ku tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe ew ê bi biryardarî têbikoşin.

Jinên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li 7 bajarên Swêdê ne, di kongreyê de li hev civiyan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso rewşa dawî ya siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand.

Hiso diyar kir, polîtîkaya dewleta Tirk li ser dijminatiya li Kurdan hatiye avakirin û got, li Bakurê Kurdistanê li dijî HDP'ê û gelê Kurd operasyonên qirkirina siyasî dike, li Rojava jî ji bo tinekirina sîstema demokratîk û wekhev bi her rengî provokasyon û manîpulasyonê dike.

'EM Ê EFRÎNÊ JI DAGIRKERAN RIZGAR BIKIN'

Hiso anî ziman, dewleta Tirk ji bo destketiyên Kurdan ên li Rojava ji holê rake bi çeteyên ji ber DAÎŞ'ê mane Efrîn dagir kiriye û got, "Efrîn a me ye, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin. Heta ku sekna berxwedêr a dayikên şehîdan, ruhê têkoşînê yê Avesta Xabûran hebe, em ê Efrînê û Rojava ji Erdogan re nehêlin."

Hiso di dewama axaftina xwe de hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê nirxand.

'GELÊ KURD LI SER SINDOQÊ BERSIVA HERÎ BAŞ DA ERDOGAN'

Hiso da xuyakirin, gelê Bakurê Kurdistanê li dijî her şêwe zext, zordarî, rewşa awarte û qeyûmên faşîzma AKP-MHP'ê jî xwedî li îradeya xwe derketiye û got, "Gelê Kurd bersiva herî baş li ser sindoqê da Erdogan. Li Tirkiyeyê ku krîza siyasî û aborî heye, ev encamên hilbijartinê wê bêhnê bîne ber gelên alîgirê demokrasiyê."

Hiso destnîşan kir, gelên li çar parçeyên Kurdistanê tecrîdê qebûl nake, çalakiyên Hevseroka KCD'ê û bi hezaran girtiyan a li dijî tecrîdê silav kir.

Hiso ragihand, yekane armanca Erdogan qirkirina Kurdan e û got, "Ziravê wan ji paradîgma û îdeolojiya Rêber Apo diqete. Ji ber vê yekê êrîşî destketiyên gelê Kurd, êrîşî Kurdan dikin. Em ên ku DAÎŞ qedand, bi ruhê berxwedana Leyla Guven dikarin planên qirêj ên dewleta Tirk ji holê rakin. Projeya Erdogan a li ser Efrînê projeya Tirkkirinê ye. Li dibistanan bi zimanê Tirkî perwerdeyê didin zarokan û dixwazin wan asîmîle bikin. Ji bo kesên li Efrînê nasnameyên TC hatine dayin."

Di dema axaftina Hiso de tim û tim dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Serok Apo" hatin qîrîn.

'GELÊ KURD WÊ DAGIRKERIYÊ QEBÛL NEKE'

Ji Yekîtiya Jinên Rojava Moushira Mala Reshid jî diyar kir, şoreşa li Rojava şoreşeke jinê ye û anî ziman, jinan li her qadê; li qadên aborî, civakî, siyasî û leşkerî xwe bi rêxistin kirine û rêxistinbûna xwe qewîn kirine.

Reshid bal kişand ser dagirkirina Efrînê û destnîşan kir, gelê Kurd wê dagirkeriyê ti carî qebûl neke û xaka xwe ji dagirkeran bimale.

'HETA KU OCALAN AZAD BIBE EM Ê LI QADAN BIN'

Ji Yekîtiya Jinan a Sara Ayşe Goktepe berxwedana li dijî tecrîdê nirxand û got, jinên Kurd heta ku dawî li tecrîdê bînin û Ocalan azad bibe, wê berxwedana xwe li meydanan bidomîne.

Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû ya Yekîtiya Jinan a Sara hate hilbijartin.