Hindistanê xwepêşandana li dijî qanûna welatîbûnê qedexe kir

Rayedarên Hindistanê xwepêşandanên li dijî qanûna welatîbûnê ku cihêkariyê li Misilmanan dike qedexe kir. Li gelek herêmên Hindistanê xetên telefonê hatin birîn.

Hindistanê di 11'ê Kanûnê de qanûnek qebûl kir ku welatîbûna penaberan hêsan dike. Lê belê ev qanûna ji bo penaberên ji Afganistan, Bangladeş û Pakistanê ji bo Misilmanan derbas nabe.

Li dijî vê qanûnê li gelek herêmên Hindistanê çalakiyên şermezarkirinê pêk tên. Hikumetê Pêncşemê li beşeke mezin a Hindistanê xwepêşandan qedexe kir û paytext jî di nav de xetên telefonê yên gelek herêman qut kir.

Rêxistinên mafên mirovan û partiyeke siyasî ya Misilman ragihandin ku qanûn li dijî Destûra Bingehîn û kevneşopiya sekuler a Hindistanê ye, lewma li dijî qanûnê serî li Dadgeha Bilind dan.

Li gorî mûxalefetê Serokwezîr Narendra Modî piştî ku di meha Gulanê de ji nû ve hate hilbijartin, îdeolojiya weke 'Hîndûtiyê' tê pênasekirin bi rengekî hêsan dixe meriyetê. Li gorî vê îdeolojiyê Hindistan a Hîndûyane.