Hilbijartinên Swêdê: Rengê hikumetê ne diyar e

Li Swêdê ya ku 7,5 milyon hilbijêr lê hene, rastgirên radîkal serkeftineke mezin bi dest xistin. Li gorî encamên pêşîn ên hilbijartinê demokratên sosyal û partiya keskan ya ku Lofven pêşengiya wê dikir, bi ser neketine.

Li welatekî din ê Ewrûpayê jî êdî rastgirên radîkal hene. Partiya Demokratên Swêdê ya ku dijberiya penaberan dike, li gorî encamên pêşîn ên hilbijartina duh, 18 ji sedî deng stendine.

7,5 milyon hilbijêr ji bo 349 kursiyan çûn ser sindoqan. Piştî ku saet di 18.00’an de sindoq hatin girtin, encamên pêşîn ên hilbijartinê zelal bûn.

Li gorî van encaman, Demokratên Sosyal 28 ji sedî, partiya keskan 4 ji sedî û Partiya Çepgir jî 7,7 ji sedî deng stend. Ev her sê partî di meclîsê de hêzeke mezin bi dest nexistin. Demokratên Sosyal ên ku serokwezîr Stefan Lofven pêşengiya wê dike, di dîroka xwe ya sed salan de ji bo wan ev hilbijartin ya herî xerab e.

Partiya tifaqê ya rastgiran jî 20 ji sedî deng stendin. Dengê giştî yê partiyên rastgir û mûhafazakaran jî bû 39 ji sedî.

RENGÊ HIKUMETA NÛ NE DIYAR E

Li gorî van encaman rengê hikumeta Swêdê ne diyar e. Ji ber ku demokratên sosyal ên ku bûne yekemîn dibe ku berê xwe bide tifaqên nû.

Tu partî naxwaze bi Partiya Demokratên Swêdê (SD) re hikumetê ava bike. Partiya Demokratên Swêdê veqetîna Swêdê ya ji Yekîtiya Ewrûpayê di hilbijartinê de wekî kampanya bi rê ve dibir û li gorî hilbijartina berê 5 ji sedî dengê xwe zêdetir kiriye.