Hilbijartinên PE'yê li Brîtanya û Hollandayê dest pê kirin

Ji bo hilbijartina endamên nû yên Parlamenta Ewropayê (PE) ku 28 welatan pêk tê, hilbijêr wê ji îro û pê ve dengê xwe bidin. Tê texmînkirin, di civata nû ya Parlamenta Ewropayê de wê partiyên neteweperest û nîjadperest xurt bibin.

Ji ber ku pêvajoya veqetîna Brîtanya Mezin ji Yekîtiya Ewropayê (Brexit) mîna ku hate plankirin bi rê ve neçû, li vî welatî hilbijêr ji bo hilbijartina endamên nû yên Parlamenta Ewropayê çûn ser sindoqan. Tevî Brîtanyayê li Hollandayê jî îro dengdanê dest pê kir.

JI BER KU BREXIT PÊK NEHAT, HEJMARA KURSIYAN CAREKE DIN HATE GUHERTIN

Ji ber Brexitê, hejmara kursiyên li Parlamenta Ewropayê ji 751'ê daketibû 705'an. Lê belê ji ber ku li ser Brexitê lihevkirin pêk nehat, li Brîtanya Mezin jî hilbijartin tê kirin. Li Parlamenta Ewropayê 73 kursî ji bo Brîtanyayê hatiye veqetandin. 73 parlamenterên bên hilbijartin, wê heta derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê li Parlamenta Ewropayê bimînin.

HEJMARA KURSIYAN ÊN WELATAN

Hilbijartinên ji bo Parlamenta Ewropayê wê heta roja Yekşemê bidomin. Hejmara kursiyên ku di encama hilbijartinê de bibin para welatan wiha ye:

Elmanya: 96; Fransa 74, Îtalya û Brîtanya 73; Spanya: 54; Polonya: 51; Romanya: 32; Hollanda: 26; Belçîka, Yewnanîstan, Macarîstan, Portekîz û Çekya: 21; Swêd: 20; Awûstûrya: 18; Bûlgarîstan: 17; Danîmarka, Fînlandiya û Slovakya: 13; Lîtvanya, Îrlanda û Xirvatîstan: 11; Letonya û Slovenya: 8; Qibris, Estonya, Luksemburg û Malta 6.

Eger Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve wê hejmara kursiyan dakeve 705'an. Kursiyên Brîtanya Mezin wê di navbera Fransa, Spanya, Îtalya, Îrlanda, Estonya, Danîmarka, Xirvatîstan, Hollanda, Awûstûrya, Polonya, Romanya, Slovakya, Fînlandiya û Swêdê de bên parvekirin.

DENGDAN WÊ BI GIRANÎ ROJA YEKŞEMÊ PÊK WERE

Li Yekîtiya Ewropayê ku nifûsa xwe 508 milyon e, 427 milyon hilbijêrên qeydkirî hene. Hilbijartinên ku îro li Brîtanya Mezin û Hollandayê dest pê kirin, wê li Fransa, Elmanya, Spanyayê roja Yekşemê pêk werin.

Dengdana li welatên Yekîtiya Ewropayê:

23'ê Gulanê (îro): Brîtanya Mezin û Hollanda

24'ê Gulanê: Îrlanda û Çekya (Roja destpêkê)

25'ê Gulanê: Çekya (Roja duyemîn), Letonya, Slovakya, Malta û herêmên Fransayê yên li aliyê din ê deryayê

26'ê Gulanê: Fransa, Elmanya, Yewnanîstan, Portekîz, Spanya, Îtalya, Bûlgarîstan, Romanya, Macarîstan, Polonya, Awûstûrya, Xirvatîstan, Slovenya, Lîtvanya, Estonya, Fînlandiya, Swêd, Danîmarka, Belçîka, Qibris û Luksembûrg.