Hilbijartinên Fransayê: Şensê her 4 namzetan heye
Tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê roja Yekşemê ye.
Tûra destpêkê ya hilbijartinên Serokkomariya Fransayê roja Yekşemê ye.
Li gorî anketan, ji ber zêdebûna hejmara dengdêrên bê biryar, şensê her 4 namzetan heye ku ji tûra duyemîn re bimînin.
Di anketa dawî ya şîrketa Elabe de hat ragihandin, lîderê Tevgera En Marche Emmanûel Macron ku berê xwe daye dengê lîberal û navendî, wê bi rêjeya ji sedî 24'an bibe yekemîn. Piştî Macron jî wê namzeta rastgiriya tund Marîne Le Pen bi rêjeya ji sedî 23'an bibe duyemîn.
Li gorî heman anketê, rêjeya dengê namzetê rastgir Françoîs Fîllon ê ketiye ber lêpirsînê ji sedî 19,5, rêjeya dengê Jean-Lûc-Mêlenchon ku bûye hêviya dengdêrên çepgir ji sedî 18 ye. Rêjeya dengê namzetê Partiya Sosyalîst (PS) a li desthilatdariyê Benoît Hamon ji sedî 8 e, ku şensê wî yê serketinê gelekî kêm e.
Ji Komara 5. a Fransayê ya ji sala 1958'an û vir ve hilbijartina herî ne diyar weke ya îsal tê dîtin. Di hemû anketan de rêjeyeke girîng a dengdêran dibêjin ew bê biryar in.
Li gorî anketa Elabe, ji sedî 73 ê dengdêran dibêjin 'ez ê teqez deng bidim'. Hilbijêrên herî bi biryar jî yên namzeta rastgir Marîne Le Pen e ku ev rêje ji sedî 89 e.
Di nava hilbijêrên Emmanûel Macron de ev rêje ji sedî 72 ye. Ev rêje ji bo hilbijêrên Françoîs Fîllon ji sedî 76 e.
Ji dengdêrên dibêjin ew ê dengê xwe bidin Jean-Lûc Mêlenchon ji sedî 74 di biryara xwe de piştrast in. Ji sedî 53 ê dengdêrên Benôît Hamon ji biryara xwe bawer in.
Li gorî anketan, li hemberî rastgira tund Marîne Le Pen, şensê her sê namzetan heye ku ji tûra duyemîn re bimînin.