Hilbijartinên Ewropayê 23-26’ê Gulana 2019’an têne kirin

 Konseya Ewropa ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Ewropa wê di 23 û 26’ê Gulana 2019’an de werin kirin.

28 dewletên endamê Yekîtiya Ewropayê ji bo hilbijartinên Ewropayê yên di 23-26’ê Gulana 2019’an were kirin destûr dan.

 Parlamentoya Ewopa her 5 salan carekê tê nûkirin. Ji bo biryara dawî wê nêrîna parlamenterên Ewropa were girtin û yekîtiya dengan a 28 welatan were girtin. Bi hilbijartinên nû re wê hejmara kursiyan dakeve xwarê. Ji ber derketina Îngîltere ya ji YE’yê wê cihê wekîlên Îngîlîz vale bimînin.

Ji ber vê sedemê di hilbjartinên 2019’an de wê hejmara kursiyên parlamentoyê ji 751’an dakeve 705’an. Beşek ji kursiyan wê ji bo endamên nûnerên kêm yên dewletan de were parvekirin. Hilbijartinên berê di 22-25’ê Gûlaan 2014’an de hatibû kirin.