Hikumeta nû ya Îtalyayê wê tehdeyê li Yekîtiya Ewropayê bike

Hikumeta koalîsyonê ya Îtalyayê ku nû ava bûye, ji aliylê Senatoyê ve hate pejirandin. Tê payin ku hikumeta nû di gelek mijaran de tehdeyê li Yekîtiya Ewropayê bike.

Hikumeta koalîsyonê ku ji Tevgera 5 Stêrk (M5) a dijberê Yekîtiya Ewropayê û Lîga Bakur (Lega Nord) a rastgiriya tund pêk tê, ji aliyê Senatoyê ve hate pejirandin.

Hikumeta koalîsyonê bi serokwezîrtiya profesorê hiqûqê Giuseppe Conte ava bû. Eşkere bû ku hikumeta nû, di serî de aborî û têkiliyên bi Rûsyayê re wê di polîtîkaya derve de berevajî Yekîtiya Ewropayê tevbigere.

Conte li parlamentê di axaftina xwe de diyar kir ku ew alîgirin 'têkiliya bi îmtiyaz' a bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re bidome.

Conte berevajî polîtîkaya giştî ya Yekîtiya Ewropayê, destnîşan kir ku divê pêkanînên aboriyê yên li ser Rûsyayê bên revîzekirin û alîgirê wê yekê ne ku li Moskowayê vebin.

Conte di dewama axaftina xwe de anî ziman ku wê ji lêçûnên budçeyê tawîzê nedin û ji bo deynên gelemperiyê ku 131,5 ê ji sedî yê hatineya milî ya Îtalyayê ye, dikarin bên birêvebirin.

Conte îdîa kir ku bi sîstemeke nû û 'wekhev' a bacê, wê aboriyê mezin bikin.

Giusseppe Conte li ser polîtîkaya teserûfê ku Yekîtiya Ewropa timî li ser hikumetê ferz dike, wê vê yekê nekin. Tê texmînkirin ku sozên hikumetê dane, bi 100-120 milyar Euroyî bibe barekî nû ji budçeyê re.

Yek ji sozên ku hikumeta koalîsyonê daye û gelekî bûye mijara nîqaşan, helwesta tund a li dijî koçberan e. Conte îdîa kir ku hikumeta wan 'nîjadperest' nîne, lê welatê wan nikare bi tena serê xwe pirsgirêka koçberan a welatên Ewroayê hilgire.