Hikumeta Filistînê: Polîtîkaya DYE'yê ne têgihiştiye

Hikumeta Filistînê nerazîbûn nîşanî polîtîkaya heyî ya DYE'yê da û diyar kir, "polîtîkayeke tund e ku ne têgihiştiye."

Sefîrê Bilind ê DYE'yê yê li Îsraîlê roja Şemiyê daxuyaniyek da û îdîa kir ku mafê dewleta Îsraîlê ye, parçeyek ji Şerîa Rojava ya ji aliyê dewleta Îsraîlê ve hatiye dagirkirin bi xwe ve girê bide.

Şerîa Rojava zêdeyî 50 sal in ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin. Sefîrê Bilind David Friedman daxuyanî da rojnameya New York Timesê û got, "Îsraîl di nava hin şert û mercan de ne temamiya Şerîa Rojava lê beşek jê kontrol bike."

Di demekê de ku DYE amadekariyan dike ku 'plana aştiyê' ya der barê pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê eşkere bike, daxuyaniyeke wiha hate dayin. Naveroka planê hîn nayê zanîn.

Berdevkê hikumeta Filistînê Îbrahîm Melhem bi daxuyaniyeke nivîsî gotinên Friedman şermezar kir û nerazîbûn nîşanî polîtîka derve ya DYE'yê da. Melhem der barê polîtîka derve ya DYE'yê de got, "Hinek jê ji aliyê komeke tund ve tê birêvebirin ku bi têrkerî têgihiştî nînin."

Payebilindekî Rêxistina Rizgariya Filistînê Saîb Erekat jî nerazîbûn nîşanî gotinên Friedman da û jê re got, "Sefîrê bilind ê tund ê kolonyalîstan." Erekat li ser Twitterê daxuyanî da û got, "Vîzyona wan qutkirina xaka dagirkirî ye" û destnîşan kir, ev yek li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e. Hikumeta Filistînê ragihand ku dikarin li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî gilî bikin.