Hêzên Îranê 23 Efgan bi îdîaya 'bi vîrûsê' ne kuştin û avêtin nava çem!

Hêzên ewlekariyê yên Îranê bi dehan Efgan rawestandin ku hewl didan ji sînor derbas bibin û vegerin mala xwe. Hate ragihandin ku 23 ji wan bi lêdanê kuştine û avêtine nava çem.

Efganên ku ji bo kar bikin çûn Îranê, di dema vegerê de bûn hedefa hêzên rejîma Îranê.

Rojnameya Afganistan Tîmesê 2'ê Gulanê îdîa kir, "57 kesên vedigeriyan Efganistanê ji aliyê leşkerên Îranê ve hatin rawestandin û 23 ji wan bi lêdanê hatin kuştin û ew avêtin nava çemê Harîrotê." Çemê navborî li bakurê welêt sînorê navbera her du welatan e.

Şahidan diyar kirin ku qurbanî ji herêmên Feryab û Herat ên li bakur rojava ne. Herat ew bajar e ku di destpêka meha Adarê de nexweşên destpêkê yên bi vîrûsa Covîd-19 lê hatibûn dîtin.

Li gorî qenala televîzyonê ya 1tvnews rayedarên Efgan têkildarî mijarê dest bi lêpirsînê kirin. Li gorî rayedaran cenazeyên qurbaniyan ji nava çem hatin derxistin û rakirin nexweşxaneya Heratê.

Rojnameya Kaboûl Tîmesê jî diyar kir ku dema pandemî li gelek bajarên Îranê belav bûn, beşek ji penaberên Efgan dest bi vegera li welatê xwe kirin. Ji bo vê jî rêveberên Efgan û Îranî li hev kirin ku karkerên Efgan di karantînayê de bimînin û yên nexweş bin rakin nexweşxaneyan. Piştî peymanê li gorî daneyên fermî pêla penaberan bi rêjeya 83 ji sedî kêm bû.

Kesên di sînor re derbas dibin, haya xwe ji vê biryarê hebe yan jî nebe tên destgîrkirin. Li gorî Wezareta Penaberan a Efgan ji destpêka meha Adarê ve 240 hezar Efgan bi daxwaza xwe vegeriyan.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê piraniya wan li Îranê bi vîrûsê ketin. Hejmara wan nayê zanîn.

Kaboûl Tîmesê diyar kir, "Piraniya wan li bajarê Kûmê derdora 50 penaberî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan ji wan bi vîrûsê ketin."