Parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder doh bi Rêber Apo re hevdîtin kirin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser hevdîtina ku 4 saetan dewam kir daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Weke Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di 22'ê Çileya 2025'an de li Girava Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir.
Di hevdîtinê de Birêz Ocalan destpêkê sersaxî ji malbatên wan kesan re xwest ku li Bolûyê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan û şîfa ji birîndaran re xwest.
Heyeta me têkildarî hevdîtinên ku kiribû, agahî da wî.
Karên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên li ser vê mijarê qediyan wê daxuyaniyên pêwîst ji raya giştî re bêne dayin.
Em weke heyet, em ê kar û danûstandinên xwe dewam bikin, her ku pêşketinek çêbû em ê agahiyê bidin raya giştî.
Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike. Bi hêviya pêkhatina vê yekê em li benda tevkariya hêja ya hemû beşên civakê ne.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê."