Hevdîtinên koalîsyonê yên li Elmanyayê li mijara penaberan aliqîn
Pêş hevdîtinên koalîsyonê yên li Elmanyayê ku di navbera partiyên Demokratên Xiristina (CDU/CSU) û Sosyal Demokrat (SPD) de tên kirin, li mijara polîtîkayên li ser penaberan aliqîn.
Pêş hevdîtinên koalîsyonê yên li Elmanyayê ku di navbera partiyên Demokratên Xiristina (CDU/CSU) û Sosyal Demokrat (SPD) de tên kirin, li mijara polîtîkayên li ser penaberan aliqîn.
Piştî hilbijartina piştî ya 24'ê Îlonê, ji meha Kanûnê û vir ve ji bo avakirina koalîsyonê pêş hevdîtin tên kirin. Di hevdîtinan de bi giranî li ser testa emr a li se penaberên zarok nîqaş tê kirin.
Partiya CSU wê sibe dest bi civînên xwe yên zivistanê bike û tê payin ku di mijara tundkirina polîtîkayên der barê penaberan de biryar werin girtin. Endamên Meclîsa Federal ên ji CSU dixwazin, alîkariya ji bo penaberan tê dayin bê kêmkirin û serlêdana ji bo mafê penaberiyê jî piştî ku nasnameya serlêdêr hate zelalkirin bê qebûlkirin.
Yek ji daxwazên CSU ew e ku penaberên zarok ên ji emrê wan guman tê kirin testa emr bê kirin. Her wiha tê xwestin ku zarokên di emrê zarokatiyê de ji aliyê yekîneyên îstîxbaratê ve werin şopandin. CSU îdîa dike ku bi saya vê yekê wê pêşî li çalakiyên terorîstî bê girtin.
Lê belê SPD li dijî van daxwazên CSU derdikeve. Alîkarê Serokê Giştî yê SPD'ê Thorsten Schaefer-Guembel anî ziman ku di hevdîtinên li ser 'koalîsyona mezin' a ji CDU/CSU-SPD de mijarên ku li hev nakin hene. Alîkar bi bîr xist ku partiyên yekîtiya Xiristiyan piştî ku di hevdîtinên koalîsyonê yên bi Keskan û partiya lîberal FDP re bi ser neketin, berê xwe dan SPD û destnîşan kir ku eger mijarên nakok neyên çareserkirin, dibe ku hikumeta hindikahiyan bê avakirin.
Tê plankirin ku piştî pêş hevdîtinên navbera CDU/CSU û SPD, hevdîtinên koalîsyonê roja Yekşemê bi fermî dest pê bikin û 12'ê Çileyê biqedin. Bernameya koalîsyonê ya ji hevdîtinan derkeve, wê 21'ê Çileyê pêşkêşî dengdana endamên kongreya SPD bê kirin.