'Heval Sara damezrînera şoreşa azadiya jinan e'
Gerîlayên YJA Starê, di salvegera komkujiya Parîsê de her sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn û gotin, ew ê şopdarên wan bin.
Gerîlayên YJA Starê, di salvegera komkujiya Parîsê de her sê şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîr anîn û gotin, ew ê şopdarên wan bin.
Gerîlayên Jin ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di salvgera komkujiya Parîsê de ji ANF’ê re axivîn û gotin, ew komkujiya li Parîsê şermezar dikin û heta dawiyê ew ê bibin şopdarên Sara, Fîdan û Leyla.
CIWANA: Dema ku me ew komkujiya li ser hevala Sara, Fîdan, Leyla bihîstî kîna me ya li dijî dijmin mezintir bû, kîna me di dilê me de tije bû. Ji ber vê jî mirov bi vî awayî tevbigere ku bikaribe bibe heval Sara, Fîdan, Leyla. Weke ku tê zanîn hevala Sara ji hevalên ciwan û ji hevalên jin pir hez dikir. Pir nirx dida wan. Bi taybetî jî hevalên ciwan ên jin. Ji bo vê jî em bikaribin bibin şopdarên wan, em bikaribin bibin layiqî hevala Sara, Fîdan, Leyla.’’
RÛKEN: Em şopdarên van hevalan in. Cihê heval Sara li cem me pir cuda ye. Hevala Sara wekî jin tu carî li pêş dijmin serê xwe netewandiye. Her bi serbilindî Kurdbûna xwe pêk aniye. Em jî îro di rêka heval Sara, Fîdan û Leyla de diçin. Heval Sara ji bo me xetek e.
RÛKEN ROJHILAT: Di kesayeta heval Sara wan de, şoreşa azadiya Kurdistanê di kesayatiya Rêber Apo de dest pê kir. Heval Sara yekem jin bû ku li nav şoreşa gelê Kurd, şoreşa azadiya jinê de yekem gav avêt. Heval Sara yek ji damezrînera Partiya Karkarê Kurdistanê bû. Her wiha damezrînerê şoreşa azadiya jinê ye.
CÎHAN MÊRDÎN: Heval Sara di dîroka me de yekem jin bû ku di nav refên gerîla de cihê xwe girt. Ji bo şoreşê jî em dikarin bibêjin ku yekem jin bû gel Rêber Apo ev tevger da destpêkirin û cihê xwe girt. Di şoreşa PKK’ê de heval Sara yekem kes bû xwe tevlî nav şoreşê kirî û her ku çû şoreşa jinê berfirehtir bû. Niha artêşa jinê ava bûye, li her parçeyê Kurdistanê rêxistiniya jinê ava bûye. Mirov dikare bibêje ku ev jî bi rêya heval Sakîne hatiye çêkirin.