Her diçe hejmara kesên bi Covîd-19 ketine zêdetir dibe

Li tevahî cîhanê 4 milyon û 210 hezar kes bi şewba Covîd-19 ketine, 284 hezar kes jî mirine. Gelek welatan tedbîrên li dijî koronayê sist dikin.

Ji ber pandemiya Covîd-19 4 milyon û 210 hezar kes bi şewbê ketine, 284 hezar kes jî mirine.

Di rêza yekê de welatê herî zêde ji şewbê bandor bûye DYE ye, piştre jî Spanya û Îngîltrere tê.

TIRKIYE

Li gorî rayedarên Tirk li Tirkiyeyê 138 hezar û 657 kes bi şewbê ketine, 3 hezar û 786 kes jî mirine.

KAMPANYAYA HDP’Ê

Tevî astengiyên desthilata AKP/MHP’ê piştevaniya HDP’ê ya civakî dewam dike. Kampanyaya Xwişk û Bira ya HDP’ê ku di dema pandemiya Covîd-19 dayî destpêkirin dewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de alîkarî gihişte bi hezaran malbatî. Heta niha pêwîstiyên 12 hezar û 300 malbatî yên weke paqijî, xwûrek û pêwîstiyên bingehîn hatiye pêşwazîkirin. Ji bo 900 malbatan Malbatên Xwişk û Bira hatiye peydakirin.

GIRTÎGEH

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), çaremîn Bultena Heftane ya Girtîgehan a Covîd-19 weşandin.

Di bultena ji hevdîtinên li girtîgehan hatin kirin, fakx û nameyên girtiyan şandin û agahiyên xizmên girtiyan dane hatiye amedekirin de hatiye diyarkirin ku li girtîgehan bergiriyên li dijî vîrûsê hatine girtin netêrker in.

BÎLANÇOYA KORONA YA LI HINEK WELATAN

DYE: 1 milyon 368 hezar û 21 kes bi şewbê ketine. 80 hezar kes jî mirine.

SPANYA: 268 hezar û 143 kes bi şewbê ketine, 26 hezar û 744 kes mirine.

FRANSA: 176 hezar û 970 kes bi şebê ketine. 26 hezar û 380 kes jî mirine.

ÎNGÎLTERE: 219 hezar kes bi şewbê ketine, 31 hezar û 855 kes mirine.

ELMANYA: 171 hezar û 879 kes bi şewbê ketine, 7 hezar û 569 kes mirine.

HOLLANDA: 161 hezar kes bi şewbê ketine, 41 hezar û 788 kes mirine.

BELÇÎKA: 53 hezar û 499 kes bi şewbê ketine, 8 hezar û 707 kes mirien.

SWÎSRE: 30 hezar û 344 kes bi şewbê ketine, 1 hezar û 834 kes mirine.

ÎRAN: 109 hezar û 286 kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 685 kes mirine.

RÛSYA: 221 hezar û 344 kes bi şewbê ketine, 2009 kes jî mirine.